Dije Terora Kurdistanê: Ti pêwendiya me bi operasyona Suleymanî re nîne
PeyamaKurd - Dije Terora Herêma Kurdistanê, li ser nûçeya Yahoo News ku hurgiliyên operasyona kuştina Qasim Suleymanî belav kiriye zelalkirinek belav kir û tekez kir ku ti peywendiya wan bi operasyona kuştina Qasim Sulêymanî nîne.
Dije Terora Kurdistan (CTD), di daxuyaniya xwe de behsa raporta derbarê operasyona armancagirtina Fermandarê Supaya Quds Qasim Suleymanî kir ku navê Dije Terora Kurdistanê tê de hatiye nivîsandin û diyar kir, “Em hemû aliyan piştrast dikin ku dûr û nêzîk peywendiya CTD bi zaniyariyên nav raporê û operasyona bi armancagirtina Qasim Suleymanî de nîne.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Grûpeke bi navê CTG heye ku bi ser Lahûr Cengî û birayên wî ve ye û pabendî rêkar û yasayên Herêma Kurdistanê û saziyên wê nîne û li derveyî yasaya hejmar 4 a sala 2011 ya Parlamentoya Kurdistanê kar dike ku taybet bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê.”
Dije Terora Kurdistanê bibîr xist ku di raportê de jî behsa beşdarbûna wê hêza bi navê CTG tê kirin û da zanîn, “Di raportê de bi zelalî amaje bi wê tê kirin ku peywendiya wan bi Lawên Azadî, Berdevkê Lahûr Cengî kirine bo ku zelalkirinê li ser beşdarî û destwerdana di armancgirtina Qasim Sulêymanî de bidin.”
Di berdewamê de hat destnîşan kirin, “Em dûpat radigihînin ku Dije Terora Kurdistanê ti peywendiyek bi vê mijarê nîne.”
Dije Terora Kurdistanê herwiha pêşniyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolîneke hûr li ser wê raporê bike da ku rastiyan bo raya giştî eşkere bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin