Serokê PDK-Îyê Mîstefa Hicrî gihîşt Washingtonê

06 adar 2026 20:19

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê (PDK-Î), Mustafa Hicrî, li ser vexwendina Wezareta Derve ya Amerîkayê çû Washingtonê.

Serokê PDK-Îyê Mîstefa Hicrî gihîşt Washingtonê
Serokê PDK-Îyê Mîstefa Hicrî

RûpelNews - Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê (PDK-Î), Mîstefa Hicrî, li ser vexwendina Wezareta Derve ya Amerîkayê çû Washingtonê.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îran (KDP-Î) Mîstefa Hicrî, li ser vexwendina fermî ya Wezareta Derve ya Amerikayê çû Washingtonê. 

Li gor agahiyan  Hicrî li ser pêşketinên siyasî yên Îran û Rojhilata Kurdistanê bi berpirsên bilind ên Amerîkî re bicive.

Berpirsêk ji  KDP-Î bi Rûpel Newsra axivî û ew diyar kir ku Hicrî nêzîkî hefteyek berê vexwendineke fermî ji Amerîkayê wergirtiye. 

Çavkaniyek din jî agahdariya ku Hicrî gihîştiye Washingtonê piştrast kir.

Li gor agahiyan, Hicrî dê li Kongreya Amerîkayê bi berpirsên bilind ên Amerîkî re bicive û li ser pêşketinên herêmê, siyaseta navxwe ya Îranê û rewşa siyasî ya Rojhilata Kurdistanê nîqaş we bikin.

Kesayeteke girîng ji diasporayê jî beşdar dibên

Hat ragihandin ku di vê serdanê de kesayeteke girîng a siyasî ya kurd ji diaspora jî dê Hicrî bi rê ve biçe.

Rojhilatê Kurdistanê de pêşketineke nû ya siyasî

Di 22ê Sibatê de li Rojhilata Kurdistanê pêşketineke siyasî ya baldar çêbû. Şeş partiyên kurd, di nav wan de jî KDP-Î, di bin navê “Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê” de yekîtîyek nû ava kirin.