Trump dixwaze Serokê FIFAyê bibe Sekreterê Neteweyên Yekbûyî

22 tîrmeh 2026 16:40

Hate îdiakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze ku Serokê FIFAyê Gianni Infantino ji bo posta Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bike namzed.

Trump dixwaze Serokê FIFAyê bibe Sekreterê Neteweyên Yekbûyî

RûpelNews - Li gor raporteke New York Postê çavkaniyek nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump e, Serokê FIFA Gianni Infantino wekî kesayetekî li seranserê cîhanê rêzdar nîşan da û di heman demê de ragihand ku Infantino ji hêla Trump ve dê wek namzed ji bo cîgirtina Portekîzî Antonio Guterres di serokatiya rêxistinê de were pêşniyarkirin. 

Guterres ku ji sala 2017an ve Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye tê payîn ku di meha Kanûnê de dest ji kar berde.

Ji bo fermîkirina berbijariya Infantino, pêvajoyeke du-qonaxî hewce dike.
Divê Serokê FIFAyê pêşî piştgiriya nivîskî ji 15 endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) werbigire û paşê jî berbijariya xwe ji aliyê Civata Giştî ya NY ve bide pejirandin.

Meaş 14 qat kêmtir e

Digel ku 193 dewletên endamên NY hene, FIFA nûnertiya 211 komeleyên futbolê yên neteweyî dike. Tê ragihandin ku Infantino salane li FIFAyê bi qasî 6 milyon dolarî qezenc dike, lê meaşê salane yê Sekreterê Giştî yê NY derdora 418 hezar dolarî ye.