Trump: Em nahêlin ku Îran bibe xwediyê çekên atomî
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di axaftina xwe ya dawî ya li Kongreya Neteweyî ya Komarparêzan de, derbarê bernameya atomî ya Îranê de peyamek da. Trump diyar kir ku ew ê nehêlin Îran bibe xwediyê çekên atomî.
RûpelNews - Di axaftina xwe ya li kongreya ku li Dallas, Teksasê hat lidarxistin de, Trump anî ziman ku hilbijartinên navberê yên 3ê Mijdarê dê bibin yek ji hilbijartinên herî girîng di dîroka DYAyê de. Trump, ku diyar kir divê neyê hiştin Demokrat piranîya Kongreyê bi dest bixin, opozîsyon wekî "komunîstên radîkal" bi nav kir.
Trump, ku baweriya xwe anî ziman ku Komarî dê di hilbijartinan de bi ser bikevin, bang li dengdêran kir ku piştgiriya namzetên partiyê bikin û derkevin ser sindoqan.
"Em ê nehêlin ku Îran bibe xwediyê çekên atomî"
Di axaftina xwe de behsa bernameya atomî ya Îranê kir û Trump got, "Em nikarin û em ê nehêlin Îran bibe xwediyê çekên atomî."
Trump her wiha dubare kir ku wî berê jî ji bo Tengava Hurmizê gotina "Tengava Trump" bi kar anîbû. Trump, ku îdia kir ku kontrola tengavê bi temamî di destê wan de ye, got ku mîqdarên mezin ên petrolê di herêmê re tên veguhestin.
