Çavusoglu li kolana Îstiklalê gefa operasyona Rojavayê Kurdistanê xwar!

18 mijdar 2022 23:13
Çavusoglu li kolana Îstiklalê gefa operasyona Rojavayê Kurdistanê xwar!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li kolana Îstiklalê cihê teqîna Taksîm a Stenbolê, gefa operasyoneke nû ya leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê xwar.

Çavuşoglu li ser pirsa rojnamevanan got: “Oprasyonên me ti carî xilas nabin.  Çi li Sûriyê û çi jî li Iraqê em li ser nêçîrkirina terorîstan berdewam in. Bi operasyonên xwe yên taybet çi bi ên îstixbaratî, çi jî bi yên  hêzên ewlekariyê operasyonên me yên li dijî PKK û YPGê berdewam dikin. Bi heman awayî li dijî DAIŞê jî operasyonên me berdewam dikin. Çi li navxwe, çi jî li derve. Her wiha li dijî FETOyê jî têkoşîna me bi pêdagirî berdewam dike.”

Çavuşoglu, her çiqas ji aliyê PKK, YPG û HSDê ve berpirsiya teqîna Stenbolê hatiye redkirin jî îdia kir ku teqîna Taksîmê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatiye kirin ku ew jî wekî  baskê PKKê yê Sûriyê bi nav kir.

Di teqîna Taksîmê ya ku roja 12ê Mijdarê Yekşema borî hatibû kirin de, 6 kesan can dabû û 81 kes jî birîndar bûbûn. Destpêkê rayedarên Tirk gotibûn, jina gumanbara teqînê ji Efrînê hatiye û ji Kobaniyê ferman bo wê hatiye dayîn, piştre jî heman rayedarên Tirk diyar kirin ku ji ser Idlibê derbasî Tirkiyê bûye û herî dawî îro 18ê Mijdarê jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got ku jina terorîst ji Minbicê hatiye û ferman ji hêzên HSDê standiye.

Her çiqas Tirkiye PKKê û baskên wê wekî berpirsê teqînê dide naskirin jî PKK, YPG û HSDê ew teqîn şermezar kiribûn û gotibûn ew ti carî sivîlan nakin armanc.