Ji Çavusoglu pistî civîna ligel Lavrov daxuyaniya operasyona ser Rojava...
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro li Enqerê civiyan û yek ji miraja rojeva wan jî operasyona ku Tirkiye dixwaze bi ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de pêk bîne bû.
Çavuşoglu di civîna rojnamevanî de got ku wan behsa gefên li ser yekîtiya xaka Sûriyê kiriye û diyar kir, ew rê nadin ti rêxistinek axa Sûriyê perçe bike.
Çavuşoglu li ser dosyaya Sûriyê û destpêkirina operasyoneke leşkerî ya muhtemel li Rojavayê Kurdistanê wiha axivî:: “Divê Sûriye ji rêxistinên terorê yên li ser yekparçebûna axa wê û ewlehiya Tirkiyê gef in, bê paqijkirin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha got ku carna çareya siyasî birêve naçe û divê ew tedbîrên din bistînin.
Li ser mijara Ukrayna û veguhestina genimê Ukraynayê jî Çavuşoglu diyar kir: “Me behsa mekanîzmayeke di navbera Netewên Yekbûyî, Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê de ji bo vekirina korîdoreke veguhestina genim kir û Enqere jî dibîne ku ev mekanîzma pêkan e.. Eger berhem hebin ku cîhan dê ji Ukrayna û Rûsyayê hawirde bike, divê em bi hev re rê li ber vê yekê vekin.”
Wezîrê Derve yê Rûsya Lavrov jî got ku ew hêvî dike pirsgirêkên girêdayî şandina genim ji benderên Ukraynayê, werin çareserkirin, bi şertê ku Kîev ava derdora wan benderan ji mînan paqij bike.
Lavrov herwiha amadebûna Rûsyayê ji bo dabînkirina ewlekariya gemiyên ku ji benderên Ukraynayê derdikevin nîşan da.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Lavrov li gel şandeke dîplomasî û leşkerî li Tirkiyê 3 dosyayên sereke gotûbêj dike ku ya yekem têkildarî danûstandinên Rûsya û Ukrayna ji bo bidawîkirina şer e, ya duyem vekirina korîdora berhemên çandiniyê ye û dosyaya sêyem jî ya Sûriyê ye ku Tirkiye dixwaze bi destûrdana Rûsyayê êrîşê ser hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin