HEVPEYVÎNA TAYBET- PDK-Î: Em ji bo Tirkiyeyê ne gef in, yekitiya kurdan dê hîn xurt bibe
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mihemed Salih Qadirî diyar kir ku tifaqa ji şeş partiyên kurd pêk tê ji bo Tirkiyeyê ne gef e. Qadirî bersiva wan derdoran da ku kurdên Îranê wekî gef nîşan didin û destnîşan kir ku Tevgera Neteweyî û Azadiyê ya Kurd ji bo tu welat an jî neteweyekê ne metirsî ye.
RûpelNews - Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Îyê Mihemed Salih Qadirî, bersiva îdîayên ku dibêjin Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê û Îsraîl, kurdan ji bo şerê li dijî Îranê amade dikin da û got: “Tiştên derbarê me de tên gotin bi temamî bêbingeh û buxtanên vala ne.”
Qadirî bal kişand ser tifaqa ji 6 partiyên kurd pêk tê û diyar kir ku ev peyman ji bo mafê diyarkirina çarenivîsa kurdên li Îranê û sîstema federal hatîye kirin û ev tifaq yekîtiya kurdan xurtir dike.
Qadirî bersiva pirsên nûçegihanê RûpelNewsê Cesîm Îlhan da:
Îlhan: Gelo hûn ji bo Tirkiyeyê gef in?
Qadirî: Na. Tifaqa ku me ava kiriye, ji bo Tirkiyeyê bi tu awayî ne gef e. Berevajî vê, em dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyên dostane deynin. Ev nêzîkatî di heman demê de dê bibe sedema pêşketina têkiliyên navbera kurd û azeriyan jî.
Em dixwazin li herêma xwe bibin xwedî desthilatdar
Îlhan: Lê li Tirkiyeyê hinek derdor kurdên Îranê wekî gefekê ji bo welatên herêmê nîşan didin. Hûn dixwazin ji bo Tirkiyeyê û raya giştî ya tirkan çi bibêjin?
Qadirî: Divê dewleta Tirkiyeyê û raya giştî ya Tirkan zanibin ku Tevgera Neteweyî û Azadiyê ya Kurd ji bo tu neteweyekê ne gef e. Em tiştekî zêde naxwazin. Em naxwazin mafên neteweyên din jî binpê bikin. Em wekheviyê dixwazin. Me axa tu kesî dagir nekiriye û em naxwazin dagir bikin jî. Li ser axa bav û kalên xwe ya ku xwedî dîrokeke çend hezar salî ye, em dixwazin bibin xwedî desthilatdariya xwe. Em dixwazin li ser axa xwe çarenivîsa xwe diyar bikin. Em naxwazin rêbertiya kesekî ji destê wî bigirin. Li hemû cîhanê û Rojhilata Navîn de her neteweyek xwedî rêveberî û desthilatdariya xwe ye. Çima mafê me nîne ku em li ser axa xwe bibin xwedî desthilatdar?
"Em sîstema demokratîk û federal armanc dikin"
Armanca wan a ku me dikin hedef ew e ku dixwazin Tevgera Neteweyî û Azadiyê ya Kurd belav bikin û lomeyan lê bikin. Lê belê dewletên wan li ser tinekirinê hatine avakirin. Înkarparêz in. Naxwazin îktîdara xwe bi awayekî demokratîk bi neteweyên din re parve bikin. Ji ber vê yekê xebatên me li Rojhilatê Kurdistanê ne. Em dixwazin hemû neteweyên ku di nav sînorên Îranê de dijîn; kurd, fars, azerî, tirkmen, ereb û belûc di sîstemeke demokratîk û federal de bibin xwedî maf û çarenivîsa xwe diyar bikin. Em dixwazin bi cîranên xwe re têkiliyên dostane deynin. Em ji bo tu welatî ne gef in û nabin jî. Em ê di warê aborî, bazirganî, siyasî, çandî û her qadê de bibin sedema aramî û têkiliyên dostane. Ewlehiya her kesî tenê bi vî awayî dikare pêk bibe. Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îran, 80 sal in di vê rêyê de xebatan dikin.
"Tiştên derbarê me de tên gotin buxtanên vala ne"
Îlhan: Ji dema ku DYA û Îsraîlê li dijî Îranê şer dane destpêkirin, di medyaya tirk de îdîa cih digirin ku dibêjin van welatên navbirî, kurdan ji bo şerê dijî Îranê amade dikin. Hûn çi difikirin?
Qadirî: Di dema ku me dest bi xebatên xwe kir, Reza Şah Pehlevî li ser desthilatê bû; wê çaxê têkiliyên Amerîkayê bi Îranê re hebûn, têkiliyên Îsraîlê jî bi Îranê re hebûn. Tiştên derbarê me de tên gotin bi temamî bêbingeh û buxtanên vala ne. Divê were qebûlkirin ku rewşa Rojhilata Navîn a ku bi peymanên Sykes-Picot û Lozanê hatibû şêwekirin, êdî guheriye.
Ji ber ku kurdan rejîma niha ya Îranê qebûl nekirin, Xumeynî li dijî kurdan fetwaya cîhadê dabû. Piştî vê fetwayê di nav 47 salan de, bêyî ku ferqê bixin navbera jin û zarokan, zêdetirî 50 hezar kurd hatine qetilkirin. Rêberê me Dr. Ebdulrehman Qasimlo di sala 1989an de li Viyanayê dema li ser masê peyman çêdikir hat qetilkirin; Dr. Sadiq Şerefkendî jî di sala 1992an de li Almanyayê ji aliyê rejîma Îranê ve hat kuştin.
Dîsa di dîroka nêz de di protestoyên Jîna Emînî de bi hezaran mirov hatin kuştin; di çalakiyên beriya çend mehan de 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Ev rejîm li hemû cîhanê sponsoriya rêxistinên terorîst dike; li Rojhilata Navîn ji Yemenê heta Sûriye, Îraq, Xeze, Lubnan û heta Efrîqayê bûye hêzeke ku şer derdixe û ewlehiya hemû dewletên herêmê dixe metirsiyê. Ev rejîm bi xwe bûye sedema vî şerî. Rewayiya me jî, li gorî hiqûqa navneteweyî li dijî vê rejîmê bi temamî derbasdar û rewa ye. Hêviya me ew e ku raya giştî ya Tirkiyeyê ji nêzîkatiyên tundrew û kurdfobîk dûr bikeve.
Îlhan: Nexwe, têkiliyên we bi Îsraîlê re hene?
Qadirî: Helbet, wekî ku bi gelek aliyên siyasî re hene, bi wan re jî têkiliyên me hene.
"Têkiliyên me yên dostane û xurt bi azeriyan re hene"
Îlhan: Li Tirkiyeyê hin derdor îdîa dikin ku azerî li dijî kurdan in. Gelo li Îranê pevçûneke kurd-azerî derdikeve?
Qadirî: Îhtîmal û derfetek wisa nîne. Têkiliyên me yên dostane û xurt bi azeriyan re hene. Di demeke nêz de ji aliyê tifaqa partiyên kurd ve derbarê azeriyan de jî daxuyaniyek dê were dayîn. Li Tirkiyeyê hinek derdor behsa pevçûna kurd û azeriyan dikin, lê divê Tirkiye vê yekê ji bo xwe nekê hincet. Ji vê yekê tu berjewendiya Tirkiyeyê nîne. Divê PJAKê jî ji bo xwe nekin hincet.
Partiya me 80 sal in heye. Di nav kadroyên me yên Pêşmerge de azerî jî hene û azeriyên ku bi hevalên me re şehîd bûne jî hene. Di xebatên me yên siyasî de jî azerî cih digirin. Her weha fars û belûc jî di nav me de cih girtin û di têkoşînê de şehîd ketin.
"Divê Tirkiye bi kurdên Îranê re têkiliyên siyasî deyne"
Lê belê gengaz e ku hin derdorên azerî yên ku salên dirêj di nav rejîma Îranê de cih girtine, ji bo ku Tirkiyeyê li dijî me sor bikin hewl bidin. Divê Tirkiye neyê van lîstikan. Divê rayedarên dewleta Tirkiyeyê bi kurdên Îranê re têkiliyên siyasî deynin û diyalogê pêş bixin. Rejîma Pehlevî jî, rejîma îslamî jî nêzî sed salî ye li dijî kurdan polîtîkayên dijminane dimeşînin. Divê Tirkiye nêzîkatiyeke wisa neşopîne. Ji ber ku polîtîkayên wiha tu encam nedane. Tirkiye dikare wekî têkiliyên ku bi Herêma Kurdistanê re daniye, bi me re jî deyne.
Îlhan: Gelo şerê ku DYA û Îsraîlê li dijî Îranê daye destpêkirin wê li cîhekî bisekine, an dê berdewam bike?
Qadirî: Bi dîtina min ev şer heta ku rejîm hilweşe dê berdewam bike. Piştî ku rejîma Îranê hilweşiya, em hêvî dikin ku li Tirkiyeyê ramanên ku mirovan tehrîk dikin dernekevin pêş. Ji ber ku heger nêzîkatiyên tehrîkker li Tirkiyeyê hebin, ev dikare bibe sedema şerekî navxweyî jî.
"Armanca bingehîn a tifaqê mafê diyarkirina çarenivîsê ye"
Îlhan: 6 partiyên kurd tifaqek ava kir. Ev tifaq çawa û li ser kîjan prensîban hate kirin?
Qadirî: Em wek 6 partiyên Kurd li ser 2 mijaran li hev hatin. Yekem; ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve ye û di heman demê de bi mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenivîsa xwe re têkildar e. Ev maf li gorî qanûnên navneteweyî hatiye girtin. Em armanc dikin ku li Îranê sîstemeke federal a demokratîk ava bikin.
Ya duyem, li qadê jî em xwedî hêzeke mezin a Pêşmergeyî ne. Meşrûiyeta vê hêzê ji Dewleta Kurdistanê tê. Têkoşîna Pêşmerge heta îro li ser daxwaza demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û aştiyê hatiye avakirin. Pênasekirina vê hêzê wekî "terorîst" nêzîkatiyeke dijminane ye. Di dema pêş de dema ku rejîm li Îranê hilweşe, Pêşmerge dê li vir jî ji bo aştî û demokrasiyê rol bigire.
Îlhan: Stratejiya partiya we û Pêşmerge li hemberî êrîşên rejîmê çi ye?
Qadirî: Hêzên me yên herî mezin li Rojhilatê Kurdistanê ne. Lê me çalakiyên xwe yên çekdarî ji bo demekê rawestandine. Ev ji ber şert û mercên Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku em naxwazin Îran zextê li Iraq û Herêma Kurdistanê bike, me çalakiyên çekdarî di çarçoveya qanûnî de rawestandine. Tevî ku me li gorî berjewendiyên Herêma Kurdistanê hêzên xwe vekişandin, rejîma Îranê li peymanê xwedî derneket. Êrîşî baregehên me kirin û hevalên me şehîd kirin. Di hefteya dawî de Îranê êrîşên xwe nû kirine. Ev rewş mafê parastina rewa dide me.
"Di pêvajoya pêş de dê guhertinên mezintir çêbibin"
Îlhan: Gelo hûn difikirin ku şerê DYA û Îsraîlê yê li dijî Îranê, ji bo we çi derfet an jî rîskan diafirîne? Hûn vê rewşê çawa dinirxînin û hûn plan dikin ku di pêvajoya pêş de çi amadekariyan bikin?
Qadirî: Şerê DYA û Îsraîlê yê li dijî Îranê, ji bo me jî derfetekê diafirîne. Derfeteke hevpar derket holê û ev ji bo me derfeteke dîrokî ye; derfeta ku em bi neteweyên din re bi hev re tevbigerin heye. Meşrûiyeta vê rejîmê êdî ne li hundir û ne jî li derve maye. Em jî li gorî vê amadekariyên xwe dikin. Em difikirin ku di pêvajoya pêş de dê guhertinên mezintir çêbibin.
Îlhan: Gelo fikreke van 6 partiyên Kurd ên ku tifaq kirine heye ku di rewşa hilweşîna rejîmê de li herêmê meclîsekê ava bikin da ku cîhan we wekî muxateb qebûl bike? Ma hûn ji bo vê amade ne?
Qadirî: Bêguman. Em ji bo vê amade ne û ev di planên me de heye.
Îlhan: Heger li Îranê rejîm hilweşe, gelo çend neteweyên din hene ku wekî we sîstemeke federal dixwazin?
Qadirî: Ji xeynî farsan, li Îranê çendîn gelên din hene ku divê ji aliyê hiqûqî ve di statuya neteweyî de werin naskirin. Ev kurd, tirkmen, azerî, belûc û ereb in. Yanî li Îranê ligel farsan bi giştî şeş netewe hene. Nasname, ziman û çanda her yek ji van gelan heye. Sîstema federal a ku em diparêzin jî pêşbînî dike ku mafên van neteweyên cuda bikevin bin garantiya destûrî û li herêmên xwe bibin xwedî rêveberiyeke demokratîk.
"Kesên li dijî vê tifaqê derkevin meşrûiyeta wan namîne"
Îlhan: Di senaryoyekê de ku rejîma Îranê hilweşe an jî bi awayekî cidî lawaz bibe, em bifikirin ku otorîteya dewletê ji herêmên kurdan vekişe. Di rewşeke wisa de, hûn îhtîmalekê dibînin ku di navbera partiyên kurd ên tifaqa kirine û hêzên çekdar de krîzek an jî rageşiyeke navxweyî derkeve?
Qadirî: Nexêr, dernakeve. Ji ber ku ev tifaq li ser hin prensîbên diyarkirî hatiye avakirin. Meşrûiyeta kesên ku li dijî vê peymana hatiye îmzekirin derkevin namîne; gelê me jî vê yekê qebûl nake. Peymana ku hatî çêkirin, peymaneke wisa ye ku berjewendiyên kurdên Îranê bingeh digire û îmze jî li ser vê bingehê hatine avêtin. Li ser mafê diyarkirina çarenivîsa kurdan lihevkirinek hatiye dabînkirin. Di heman demê de, ev tifaq bi armanca avakirina sîstemeke federal li Îranê hatiye pêkanîn û peyman hatiye îmzekirin. Ji ber vê yekê, îhtîmala derketina rageşiyekê di navbera aliyên nav tifaqê de gelekî kêm e. Gotinên giştî yên wekî civaka demokratîk, entegrasyon an jî biratiya gelan, mijara bingehîn a vê tifaqê nîn in. Meseleya sereke, parastina hebûn û hîmayeya Kurdistanê ye. Kurdistan xwedî dîrok, stratejî û vîzyoneke siyasî ya taybet e. Ev pêvajo dê tifaqa di navbera partiyên kurd û yekîtiya kurdan hîn bêtir xurt bike.
