Serok Barzanî: Sebir jî sinorê xwe heye

08 adar 2026 12:21

Serok Mesûd Barzanî, derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û geşedanên li navçeyê peyameke girîng belav kir. Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku gelê Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de tu carî nebûye alîgirê şer û her tim daxwaza aştî û pêkve jiyanê kiriye.

Serok Barzanî: Sebir jî sinorê xwe heye

RûpelNews - Serok Barzanî her wiha bal kişand ser êrîşên hin grûpan ên di bin navê “muqawemeyê” (têkoşîn) de ku cihên sivîl, jêrxaneya aborî û baregehên hêzên Pêşmerge dikin hedef. Barzanî diyar kir ku ev yek destdirêjiyeke eşkere ye li ser mafên welatiyan û asayîş û îstîqrara herêmê.

Sînorê sebrê û xweragirtinê heye

Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku hêzên Pêşmerge tu carî zilm û zordariyê qebûl nekirine û destnîşan kir ku dê rê neyê dayîn êrîşên ku ewlehiya Herêma Kurdistanê û aramiya welatiyan dikin hedef, berdewam bikin.

Barzanî her wiha bang li hikûmeta Iraqê, Parlemena Iraqê û aliyên siyasî, bi taybetî li Çarçoveya Hevahengiyê kir ku ji bo rawestandina van êrîşan gavên cidî biavêjin.

Teksta tam a peyama Serok Barzanî bo raya giştî

Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn

Di dirêjahiya dîrokê de gelê Kurdistanê tu carî nebûye alîgirê şer û her tim daxwaza aştî û pêkve jiyanê kiriye. Heger şer li ser hatibe sepandin jî, tenê berevanî li xwe û mafên xwe kiriye. Ev prensîbeke neguher e û ji baweriya qahîm a gelê Kurdistanê û ferhenga aştîxwazî û pêkve jiyanê çavkanî digire.

Cihê daxeke mezin e ku niha li navçeya me şer û rageşiyeke zêde heye. Niha jî wekî berê, her dem hêviya me ew e ku hemû pirsgirêk û nakokiyên heyî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin. Çunke şer her tim wêrankarî û malwêraniyê bi xwe re tîne.

Di vê pêvajoyê de, cihê matmayîneke mezin e ku hin grûp û alî di bin navê “muqawemeyê” de û bi hincet û dirûşmên bêbingeh; êrîşî cihên sivîl, jêrxaneya aborî û bingeh û baregehên hêzên Pêşmerge dikin. Ev rewş, destdirêjiyeke eşkere ye li ser mafên welatiyan û îstîqrar û asayîşa Herêma Kurdistanê û şerfirotin e.

Li vir divê hemû alî baş zanibin ku sînorê sebrê û xweragirtinê jî heye. Pêşmerge tu carî zilm û zordariya tu aliyekî qebûl nekiriye. Nabe û naxwaze ku ev şerfirotin û hewildanên têkdana îstîqrara Herêma Kurdistanê, her wiha ev êrîşên ku ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê ji aliyê wan grûpan ve were domandin.

Ji ber vê yekê, em ji hikûmeta Iraqê, Parlemena Iraqê û aliyên siyasî, bi taybetî ji Çarçoveya Hevahengiyê daxwaz dikin ku ji bo rawestandina van êrîşan bi awayekî cidî bikevin tevgerê û sînorekî eşkere ji bo van binpêkirinan deynin. Çunke berdewambûna vê şerfirotinê dê encamên xerab bi dû xwe de bîne.

Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wan ezîzên ku di encama van êrîşên neheq de jiyana xwe ji dest dane re dixwazim. Di heman demê de, em gelê Kurdistanê yê xoşdivî piştrast dikin ku em ê bi hemû hêza xwe berdewam bin daku Kurdistan ji şer û belayan dûr bimîne, gel di nav aramî û ewlehiyê de bijî û serkeftin her tim dê ya gelê Kurdistanê be.