Di dîroka Parlamentoya Kazaxistanê de yekem car Kurdek hat hilbijartin

13 rêbendan 2021 14:00
Di dîroka Parlamentoya Kazaxistanê de yekem car Kurdek hat hilbijartin

PeyamaKurd – Li Kazaxistanê, di rojên 10 û 11ê Çileya 2021ê hilbijartinên Parlamentoya Kazaxistanê birêve çû. Encamên destpêkê  yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Kazaxistanê diyar dikin, careke din partiya desthilatdar Nûr Oten, bi zêdetirî %76 deng li Kazaxistanê bi dest xistin.

Cîgirê Serokê Komeleya Berbang a Kurdên Kazaxistanê Wekîl Mistefayev, ku di heman demê de ji kadroya partiya Nûr Oten a desthilatdar e, dengên pêwîst bi dest xistin û bû yekem Parlamenterê Kurd di dîroka Parlamentoya Kazaxistanê de.

Amarên ne fermî didin zanîn, zêdetirî 150 hezar Kurd li Kazaxistanê dijîn û beşeke girîng a revenda Kurdî pêk tînin.

Wekîl Mistefayev di sala 1982an de li Komara Kazaxistanê ji dayîk bûye. Di sala 2010an de li Zanîngeha Turan a Kazaxistanê bawernameya bekaloryusê di yasaya navdewletî de bi dest xistiye. Di sala 2014an de di warê aborî de mastera xwe temam kiriye û di sala 2017an de di zanistên siyasetê de doktora bi dest xistiye.