Devlet Bahçeli ji bo sersaxiyê li Leyla Zana geriya
Serokê MHPê Devlet Bahçeli bi telefonê li Leyla Zana geriya û ji ber koça dawî ya hevjîna wê Mehdî Zana peyama sersaxiyê şand.
|
Türkçe
RûpelNews - Şaredarê berê yê Amedê û siyasetmedarê navdar ê kurd Mehdî Zana du roj berê li nexweşxaneya Amedê cihê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Zana yê ku di 86 saliya xwe de wefat kir, li Goristana Yenişehir a Amedê bi beşdariya gelek kesan hate veşartin.
Serokê MHPê Devlet Bahçeli ji bo sersaxiyê bi jina Mehdi Zana, Leyla Zana re, bi telefonê axivî û hevxemiya xwe jê re ragihand.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan jî duh telefonî Leyla Zana kiribû û ji ber mirina hevjînê wê, Mehdi Zana, peyama sersaxiyê şand.
