Leyla Zana Batman Petrolspor pîroz kir
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana pîrozbahî li Batman Petrolsporê kir, ku îro şampiyoniya xwe bi dest xist.
RûpelNews - Batman Petrolspor, ku di Koma Spî ya Lîga 2yemîn de pêşbaziyê dike, bi serketina li hember Sincan Bld Ankarasporê, ku 3 hefte mabûn di lîgê de, şampiyoniya xwe îlan kir û derbasî Lîga 1emîn a Trendyol bû.
Piştî serkeftina li Enqerê, li gelek deveran, bi taybetî li Batmanê, pîrozbahî hatin lidarxistin.
Leyla Zana li ser hesabê xwe yê X de şampiyoniya Batman Petrolsporê pîroz kir. Zana, ku postek bi kurdî nivîsand, her wiha pîrozbahiyên xelkê Batmanê jî kir.
Parwerkirina Zanayê wiha bû:
“Bijî #BatmanPetrolSpor Her bijî Êlih”
