Devlet Bahçeli: Pîroz be Amedspor
Serokê MHPê Devlet Bahçeli, pîrozbahî li Amedspor kir ku derbasî Super Lîgê bû.
RûpelNews - Ji aliyê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ve peyama pîrozbahî ji Serokê Amedspor Nahît Eren re hat şandin.
Di peyamê de Bahçelî ji bo serkeftina Amedsporê ku derbasî Sûper Lîgê bû kêfxweşiya xwe nîşan da û pîrozbahî li tîma kesk û sor kir.
Bahçeli got, "Ez ji dil û can bawer dikim ku Amedspor dê ji bo aştiyê, yekîtiyê û hevgirtinê bibe xwedî tevkariyeke erênî."
Di peyama nivîskî de Bahçelî wiha got:
"Ez vê destkeftiya girîng wekî pêşketineke hêja ji bo bajarê me yê Diyarbekirê û ji bo futbola Tirkiyeyê dinirxînim. Ez hêvî dikim ku Diyarbekir, ku bi kûrahiya xwe ya dîrokî, dewlemendiya çandî û mîrateya xwe ya kevnar yek ji bajarên me yên herî hêja ye, dê wekî encama vê serkeftina werzişî di warên civakî, çandî û aborî de hê bêtir vejîneke nû bijî.
Ez bawer im ku bilindbûna klûba we ya futbolê bo Super Lîgê dê bibe alîkar ji bo xurtkirina nirxa marqeya bajarê me, teşwîqkirina ciwanên me ji bo werzîşê, û misogerkirina ku ruhê yekîtiyê yê futbolê bigihîje temaşevanên berfirehtir.
Di vî warî de, ez ji dil û can bawer dikim ku Amedspor, bi danîna pêşiya ruhê lîstika pak, exlaqê werzişê û girêdana biratiyê di tevahiya rêwîtiya xwe ya Lîga Super de, dê tevkariyeke erênî li avhewaya aştî, yekîtî û hevgirtinê li welatê me bike."
