Daxuyaniya Amerîkayê li ser gesedanên li Sûriyê

06 berfanbar 2024 13:41
Daxuyaniya Amerîkayê li ser gesedanên li Sûriyê

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya DYAyê diyar kir ku mifteya aramiyê li Sûriyeyê biryara 2254an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye û got: “Em dixwazin Îran kiryarên xwe yên bêîstiqrar li Sûriyeyê rawestîne.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di civîna çapemeniyê ya rojane de geşedanên dawî yên li Sûriyê nirxand.

Derbarê rewşa dawî ya Sûriyê û nûçeyên ku Îran amadekariya şandina piştevaniyê ji rejîma Beşar Esed re dike, Patel got: “Em wisa difikirin ku rejîma Îranê ji sala 1979an ve bûye yek ji mezintirîn jêderên teror û nearamiyê. Ji ber vê sedemê em dixwazin Îran kiryarên xwe yên bêîstiqrar li Sûriyê rawestîne.”

Berdevkê Amerîkayê di nirxandina xwe ya derbarê rewşa dawî ya Sûriyê de, amaje bi biryara jimare 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî kir û got, biryarnameya navborî roleke sereke di çareseriya siyasî li wî welatî û bidawîanîna çalakiyên bêîstiqrar ên Îranê dilîze.