Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser gesedanên li Sûriyê

09 berfanbar 2024 00:02
Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser gesedanên li Sûriyê

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser helwesta xwe ya prensîp kir ku rêz li biryar û îradeya gelê Sûriyê bigire.

Di daxuyaniya hikûmetê ya têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê de hat gotin, "Em rêzê li biryar û îradeya gelê Sûriyeyê digirin. Em hêvîdar in ku pêşeroja Sûriyeyê azad û aram bibe."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi lez û bez guhertin û rûxandina rejîma Sûriyeyê serdemeke nû vekiriye û wiha hat gotin: "Em hêvîdar in ku Sûriyeya pêşerojê mafên hemû gel û civakan biparêze."