Berpirsêkî pilebilind ê hikûmeta Amerîkayê: Hevkariya li gel Herêma Kurdistanê dê berdewam bike

25 sibat 2025 16:12
Berpirsêkî pilebilind ê hikûmeta Amerîkayê: Hevkariya li gel Herêma Kurdistanê dê berdewam bike

PeyamaKurd – Hikûmeta nû ya Amerîkayê ya bi Serokatiya Donald Trump radigihîne ku Washington dê peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê bi pêş bixe û hevkariya li gel Hikûmeta Kurdistanê û ya li gel hêzên Pêşmerge berdewam bike.

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê Samuel Warberg ragihand: “Birêvebiriya Donald Trump tekez dike ku dê hevkariyên xwe yên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bike û peywendiyên dualî bi pêş bixe.”

Wî her weha diyar kir ku Washington dê hevkariyên ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî di çarçoveya Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê de bidomîne.