Mesrûr Barzanî: Hevkariya me ya bi Amerîkayê re bingeha pêsveçûna me ye

27 sibat 2024 15:09
Mesrûr Barzanî: Hevkariya me ya bi Amerîkayê re bingeha pêsveçûna me ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî lênivîska bîranînên Wezareta Derve ya Amerîkayê îmze kir û têbînîya xwe nivîsî.

Di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Washingtonê de û hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, Serokwezîr Barzanî çend rêz di bîranînên wezaretê de nivîsandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 26ê Sibatê li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken re civiya.

Serokwezîr Barzanî di daxuyaniya xwe ya derbarê civînê de got: “Em spasiya Anthony Blinken dikin ji bo piştevaniya we ya berdewam bo Herêma Kurdistanê û Iraqê. Hevkariya me bingeha pêşketina me ye.”

Mesrûr Barzanî got, “Ji bo rizgarkirina Iraqê ji dîktatoriyê û têkbirina DAIŞê em hevpeyman bûn. Em niha li asoyeke aborî ya nû, bihêztir û aramî di têkiliyên xwe de digerin."

Anthony Blinken di hevdîtinê de got, Amerîka li ser bingeha nirxên hevbeş, berjewendiyên hevbeş, qurbanîdana hevbeş û dîroka hevbeş li gel Herêma Kurdistanê hevkariyeke demdirêj heye.