Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Ziman, bingeha hebûna me ye
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê peyamek belav kir û got, "Em pêbendî giringîdana bi zimanê kurdî û zimanê hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ne."
RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyameke nivîskî pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li Kurdistaniyan kir û anî zimên:
"Herêma Kurdistanê bi hebûna ziman û çandên cuda dewlemend e.
Cihê şanaziyê ye ku hemû pêkhateyên Kurdistanê, bi azadî bi zimanê dayika xwe diaxivin û dixwînin."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha got, "Ziman, bingeheke girîng û sereke ya hebûn û nasnameya me ya neteweyî û niştimanî ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbendbûna xwe ya ji bo girîngîdana bi zimanê kurdî û zimanê hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê dubare dike."
