Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê li NY Mike Waltz hevdîtin kir
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Nûnerê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz hevdîtinekê pêk anî. Her du alî bal kişandin ser hevkarî û tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat kirin.
RûpelNews - Di hevdîtina bi rêya telefonê pêk hat de hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û ev kar wekî gavek kêmkirina krîza darayî ya Îraq û Herêmê hate gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî û Mike Waltz derbarê rewşa dawî ya, Îraq, Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê de axîvîn.
Di hevdîtinê de bandora krîza aborî ya li ser Îraq û Herêma Kurdistanê wek babeteke sereke hat gotûbêjkirin.
Di vê mijarê de bal hat kişandin ser girîngiya Herêma Kurdistanê ku hinardekirina neftê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê, krîza darayî dê were sivikkirin.
Barzanî û Waltz qala pêwendiyên dualı jî kirin û her du alî tekezî li ser giringiya xurtkirina têkiliyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.
