Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em ne beşek ji şerî ne
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî wan îdiayan red dike ku dibêjin ew beşek ji planeke çekdarkirin û şandina komên dijberiya kurd bo nav xaka Îranê ne.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî de ji aliyê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ve hat ragihandin ku, "Îdiayên ku dibêjin Herêma Kurdistanê beşek ji planeke ji bo çekdarkirin û şandina partiyên opozîsyona kurd bo nav axa Îranê ye, bi temamî bêbingeh in. Em van îdiayan bi tundî red dikin û tekez dikin ku ew bi qestî û bi niyeta xerab tên belavkirin."
Daxuyaniyê tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên di nav wê de ne beşek ji tu kampanyayekê ji bo gurkirina şer û aloziyên li herêmê û lê zêde kir, "Berevajî vê yekê, em banga aştî û aramiyê ji bo herêmê dikin."
Di daxuyaniyê de her wiha ev hatin gotin:
"Em êrîşên tirsonek ên ku li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin bi tundî şermezar dikin û bang li hikûmeta federal û civaka navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin da ku van êrîşan rawestînin û axa me, gelê me û herêma me biparêzin."
Çavkaniya îdiayan
Piştî hevdîtinên di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serok Mesûd Barzanî, Serokê YNKê Bafil Talebanî û Serokê PDK-Îyê Mistefa Hicrî re, şeva borî ji aliyê hin dezgehên medyayê yên biyanî ve ev îdia hatin belavkirin.
Hat îdiakirin ku partiyên ji Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê ne, bi piştgiriya Hewlêrê ketine Îranê.
