DalKurdê yekem serkeftina li derve bi dest xist

04 tebax 2020 21:17
DalKurdê yekem serkeftina li derve bi dest xist

PeyamaKurd - Tîma futbolê ya Kurdên li welatê Swêd Dalkurd di hefteya 10emîn a Liga 1ya Swêdê de (Superettan) derket pêşberî tîma Umea û serkeftin bi dest xist.

DalKurdê di lîga îsal de, bi encama 2-1 yekem serkeftina xwe ya li derveyî bajarê xwe bi dest xist.

Di yariyê de, gola yekem a Dalkurd ji aliyê Kerfala Cissokko ve di xuleka 25an de û gola 2yem jî di xuleka 29an de ji aliyê Patriot Sejdiu hat avêtin.

Tîma Umeade jî di xuleka 47an de bi gola Mikael Wikstrom encama 2-0 kir 2-1 û yarî bi vî awayî bidawî bû.

Dalkurd piştî vê serkeftinê di lîga Swêd de ket rêza 10an.