Yekem serdana derve ya hikûmeta Sûriyê bo Siûdî: Serdemeke nû dest pê dike!

02 rêbendan 2025 21:02
Yekem serdana derve ya hikûmeta Sûriyê bo Siûdî: Serdemeke nû dest pê dike!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, Esad Şeybanî, bi serokatiya şandeke payebilind wekî yekem serdana fermî ya derveyî welat gihîşt Erebistana Siûdiyê.

Di yekemîn serdana rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de ku ji bo Siûdiyê hate kirin de, Wezîrê Derve, Wezîrê Berevanî û Serokê Dezgeha Îstixbaratê cî girtin.

Televîzyona Al-Arabiya ragihand ku şandeya Sûrî ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Siûdiyê Welid Xirîcî ve hatiye pêşwazîkirin.

Şeybanî li ser platforma medya civakî Xê belav kir ku, serdan li ser vexwendineke fermî ya Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan pêk hatiye.

Şeybanî got, desthilata demkî li Sûriyê dixwaze rûpeleke nû ji pêwendiyên di navbera Şam û Riyadê de veke.