Misirê cara yekem serdana hikûmeta Terablûsê kir: Konsûlxane tê vekirin

28 berfanbar 2020 20:28
Misirê cara yekem serdana hikûmeta Terablûsê kir: Konsûlxane tê vekirin

PeyamaKurd - Şanda Misirê ku doh 27ê Kanûnê serdana Libyayê kir cara yekem li Terablusê bi berpirsên hikûmeta Wîfaq re civiya.

Şanda Misirê dema serdana Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar gihîşt Terablûsê ku Akar gefa şer li hêzên Hefter xwaribû.

Hat ragihandin ku şanda Misirê ji berpirsê istixbarata giştî, wezareta derve û komîteya Misirê ya taybet bi dosyaya Libyayê pêk dihat ku li Terablûsê bi cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Wîfaqê Fayez Serac, Wezîrê Navxwe û Derve û serokerkanê hêzên Wîfaqê re civiya.

Wezîrê Navxwe yê hikumeta Wîfaqê Fethî Paşaxa ragihand, wan bi şandeya Misir re xurtkirina hevkariya ewlekarîyê di navbera her du welatan de û piştevaniya bo rawestandina şer û hewldanên navneteweyî yên derbarê diyaloga siyasî de gotûbêj kir.

Paşaxa, diyar kir, ev civîn di çarçoveya siyasetêa Wezareta Navxwe de, bi armanca xurtkirina têkiliyan bi welatên cîran re û girîngiya karê hevbeş di navbera Qahîre û Terablusê de hatiye kirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku wê Misir konsûlxaneya xwe jî li Terablûsê veke.

Hêjayî gotinê ye, ji dema damezrandina hikûmeta Wîfaqê ji sala 2015an ve yekem care şandeke Misirê bi fermî serdana Terablusê dike. Hikûmeta Misirê berevajî Tirkiyê bi awayekî eşkere piştevaniya Parlemana Tobrûkê ku hêzên General Hefter piştevaniya wê dikin dike.