ENSKê cara yekem serdana navenda PYDê kir
PeyamaKurd- Şandek ji ENKSê cara yekem serdana PYDê kir û çûn navenda Seroktiya Herêma Firatê ya Kobanî.
Di vê serdana yekem ya ENKSê de, li ser xebatên ji bo yekîtiya di navbera aliyên siyasî yê Kurdan de guftûgo hat kirin.
Piştî serdanê, endama Birêvebiriya Rêxistina Herêma Firatê Berîvan Hesen ragihand, ev serdan ji bo yekîtiya aliyên siyasî yên Kurd pêşveçûnek e û bo yekîtiya aliyên siyasî yên Kurd bi yekitî tevbigerin dê xebatên wan berdewam bin.
Endamê ENKSê Yaşar Alî da zanîn, divê bo xebatên yekîtiyê xeletiyên takekesî nebe asteng û li gor berjewendiyê gele Kurd tevbigerin, ‘‘Kobanî cihê ku bi piştgiriyê DAİŞ têk çûye ye, niha jî ev piştgirî dikare bibe destpêka sedema projeya azadiya gelan ‘Yekitiya Neteweyî’
Endamê Rêxistina Herêma Firatê Ehmed Şêxo got, ‘‘Armanca vê serdanê, xebatên yekîtiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera aliyên siyasî de berdewam dike bidomînin û nîqaşan li ser ‘‘Yekîtiya Neteweyî’’ bikin.’’
Piştî serdanê, herdu aliyan jî pêwîstiya berdewamiya serdanên wiha kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin