Dadgehê biryara berdana Abdullah Zeydan da
06 rêbendan 2022 22:55
PeyamaKurd - Dadgeha 5emîn Cezayê Giran a Diyarbekirê di rûniştina doza li ser parlamenterê berê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan de, biryara tehlîyekirinê da.
Piştî vê biryarê li gorî daxuyaniya parêzeran, tê çaverêkirin îro 6ê Çile ji girtîgeha Edirne ku ligel hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş dimîne were berdan.
Parlamenterê berê yê HDPê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, ji 4ê Mijdara 2016an ve li gel Hevserokên HDPê yên berê û parlamenterên HDPê yên berê hatibû girtin.
Dadgeha bilind beriya niha cezayê 8 sal û mehek û 15 rojan yê bi hinceta “alîkariya rêxistinê û propagandaya rêxistinê” li ser Zeydan hatibû birîn, xera kiribû û ji ber wê jî doza Zeydan ji nû ve hatibû vekirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
AK Partî li ser biryara Abdullah Zeydan daxwuyanî da
03 nsn 2024
Cîhan
Dadgehê 8 sal ceza da parlementerê HDP ê Abdullah Zeydan
06 rbn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin