Dadgehê 8 sal ceza da parlementerê HDP ê Abdullah Zeydan

07 rêbendan 2022 02:07
Dadgehê 8 sal ceza da parlementerê HDP ê Abdullah Zeydan

PeyamaKurd – Dadgeha bilind ya Tirkiyê Yargıtayê sezayê ku dadgeha Diyarbekirê ya 5 em ya cezayê giran dabû parlementerê HDP ê yê Hekkariya Abdullah Zeydan xera kir û dosya car din şand dadgeha Diyarbekirê. Dadgeha cezayê giran ya Diyarbekirê ya 5 em bi amadebûna parêzgerên Zeydan cezayê 8 sal, mehekî û 15 rojan dayê.

Bi sedema demekî zêdeye Abdullah Zeydan di zîndanê de ye, dadgeh biryara serbest berdana wî da. Sedema cezakirinê hat nîşandan ku Zeydan “tevî ne endamê rêxistina terorê ye alîkarî kiriye” û “propogandeya rêxistina terorê” kiriye.

Zeydan li biryarê îtîrazê kir û xwest bi bê beraetkirin.