Dadgehê ceza li govenda kurdî birî!
Li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku cilên kurdî li xwe kiribûn û govenda kurdî gerandibûn, cezayê zîndanê û pereyî li 29 welatiyan hat birîn.
RûpelNews - Beşa Temyîzê ya Dadgeha Şoreşê ya li Ûrmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, cezayên 29 welatiyên kurd ku ji ber daweteke li Pîranşarê hatibûn darizandin, pesend kir.
Li gorî raporên HRANA, IranWire û VOA Farsî, ev doz piştî belavbûna dîmenên reqs û govendê ku di daweteke sala 2024an de hatibû kişandin li ser medyaya civakî, hatibû vekirin.
Li ser fermana Serdozgeriya Giştî ya Pîranşarê, li dijî 58 kesên ku beşdarî dawetê bûbûn, bi tohmetên "bi rêya reqs û sembolan propagandekirina li dijî rejîmê" lêpirsîn hat destpêkirin. Di lêpirsînê de, govenda kurdî, her wiha lixwekirina cil û bergên kurdî yên bi rengê xakî û cemedaniyan, wek hincetên tawanbariyê hatin nîşandan.
Di dema darizandina li dadgeha yekemîn de, 29 kes piştî ku soznameyên nivîskî îmze kirin, hatin beraetkirin. Her yek ji 29 kesên mayî bi sê mehên zîndanê an jî cezayê pereyî yê 20 milyon tomenan hatin cezakirin.
Di 29ê Tebaxê de, Dadgeha Temyîzê ya Ûrmiyê biryara dadgeha yekem bê guhertin pesend kir. Hat ragihandin ku kesên ku cezayê pereyî nedin, dê sê mehan cezayê zîndanê bikişînin.
