11 roj cezayê hucreyê ji ber helbesta Kurdî hate birîn!
PeyamaKurd – Enes Îlgen û Serdar Başaran ên li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê girtî ne, ji ber helbestên Kurdî yên di defterên xwe de nivîsandine, 11 roj cezayê hucreya yek kesî birîn. Girtiyan derbarê biryarê de îtîrazî Dadweriya Înfazê kirin.
Li gorî nûçeya MAyê, parêzerên endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) di çarçoveya serdana xwe ya li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê de girtiyan ziyaret kirin.
Girtiyên ku bi parêzeran re hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê di 6ê Hezîranê de bi ser qawîşan de girtiye. Da zanîn ku di serdegirtina malan de helbestên Kurdî yên di defterên Enes Îlgen û Serdar Başaran de ji bo hucreya yek kesî hincet nîşan didin û di 15ê Tebaxê de 11 roj cezayê dîsîplînê li her du girtiyan hatiye birîn.
Aqil: Moral, motîvasyonê zêde dike
Di hinceta cezayê ku ji aliyê Lijneya Dîsîplînê ya Îdareya Girtîgehê ve hatiye dayîn de ji ber sûcên “rêxistinên sûc kirine an jî xebatên perwerdehî û propagandayê kirine” ev îfade hatin dayîn:
“Di nota agahiyê ya ku bi nameya Serdozgeriya Komarê ya Bafrayê ya di dîroka 07.08.2024an û bi hejmara 2024/2855an da hatiye wergerandin û amade kirin, derbarê notên ku di lêgerîna qismî ya di 06.06.2024an da hat kirin de; di lêkolîna nivîsên Kurdî yên bi destan ên li ser nusxeyên defteran de hat tespîtkirin ku ew ji helbest, kilam û marşên bi zimanê Kurdî pêk tên û di helbest, kilam û marşên navborî de polîtîka û îdeolojiya PKKya rêxistina terorê dihewîne. Di vê derbarê de endamên PKK/KCKya rêxistina terorê yên li Saziya Îdareya Girtîgehê û girseyên dilşewat hat nirxandin ku bi mebesta zêdekirina motîvasyona moralê, leşkerkirina personelê û berfirehkirina baregehan hatiye nivîsandin. Girtiyan, biryardariya çalakiya xwe zindî dihêlin û îdeolojiyên heyî bi misogerkirina berdewamiya yekitiya rêxistinê diparêzin.”
Parêzeran jî diyar kirin ku girtiyan derbarê biryarê de li dijî Dadweriya Înfazê îtîraz kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin