Cezayê Abdullah Zeydan hate tesdîqkirin!

03 gulan 2018 16:29
Cezayê Abdullah Zeydan hate tesdîqkirin!

PeyamaKurd- Cezayê wekîlê HDPê yê Colemêrgê Abullah Zeydan hate tesdîqkirin.

Dadgeha herêmê ji ber du sûcên Abdullah Zeydan 8 sal û heyvek û 15 roj ceza dabûnê.

Dadgeha Entabê ya Herêmî got ceza qanûnî ye û ev cezayê wekîlê HDPê yê Colemêrgê Abullah Zeydan tesdîq kir.

Heta niha wekîltiya 11 wekîlên HDPê hatiye daxistin û 9 wekîlên HDPê jî di hepsê de ne.

Wekîlên HDPê yên ku wekîltiya wan hatiye daxistin ev in: Figen Yûksekdag, Nursel Aydogan, Faysal Sariyildiz, Tugba Hezer Oztûrk, Besime Konca, Leyla Zana, Ferhat Encû, Ahmet Yildirim, Îbrahîm Ayhan, Osman Baydemir û Selma Irmak.

Ji xeyni van 9 wekîlên di hepsê de jî ev in: Hevserokên HDPê yên berê Selahaddîn Demîrtaş û Figen Yûksekdag; Abdullah Zeydan, Çaglar Demirel, Selma Irmak, Gûlser Yildirim, Ferhat Encû, Îdrîs Baluken û Burcu Çelik.