Bahçelî di peyama cejnê de Abdullah Zeydan kir hedefa xwe
PeyamaKurd – Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, di peyama xwe ya pîrozkirina Cejna Remezanê de, bertek ji dayîna mazbataya seroktiya şaredariya bajarê mezin a Wanê bo Abdullah Zeydan nîşan da.
Bahçelî di peyama cejnê de Abdullah Zeydan kir hedefa xwe û dayîna mazbataya şaredariyê bo namzedê DEM Partiyê yê bi rêjeya %55 hatiye hilbijartin rexne kir.
Devlet Bahçelî got, “Ji destpêkê ve ji hêla hiqûqî ve ketina wî ya hilbijartinê şaş e. Dayîna mazbatayê bo kesekî pesnê PKKê dide skandal e û şaş e.”
Serokê MHPê herwiha derketina kolanan û protestoyên piştî hilbijartinê yên daxwaza vegerandina mafê Abdullah Zeydan bo seroktiya şaredariyê jî rexne kir û got, “Meseleyeke hiiqûqî berevajî kirin û kuçe kirin qada şer. Ew celadên demokrasiyê û neyarên milet in.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin