AK Partî li ser biryara Abdullah Zeydan daxwuyanî da
PeyamaKurd – Berdevkê AK Parti Ömer Çelik li ser şaredariya mezin ya bajarê Wanê ku DEM Partî qecenc kiribû û mezbeta Zeydan nedabûbê û dabûn AK Partiyê got:
“Eger ji aliyê hûqûqê de mafdar bin, wê weka daxwaza wan be. Eger ne rewa be û li dijî Hûqûqê be û şertên hilbijartinê neanîbin cîh, divê herkes jê re rêz bigre.”
DEM Partî li bajarê Wanê %55,48ên dengan sitendibû û AKP %27.15 sitendibû. Rêvebiriya hilbijartina Wanê mezbeta şaredariyê dabû Abdulahat Arvas. DEM Partî temamê şaredariyê Wanê û navçan sitendibû. Çelik axaftina xwe weha dewam kir:
“Dezgeyên AKPê wê berpirsiyariyên xwe bicîh bîne û peyamên ku sitendiye li gor wan wê dewam bike û siyasetê hilberîne. Em bawerin ku millet hebûna partiyan tesbît dike. Me her wext weha got; partiya me AKP ji terefê xelkê de hatiye avakirin û tabela wê me daleqand. Her peyama xelkê me ji bo me nexşerêye. Hemû dezgeyên me li gor peyamên xelkê dest bi xebatê kirine û rê nîşanî me didin….
Bila ti gumana kesî tine be, wê partiya me li gor daxwazên xelkê xwe eyar bike…”
Li ser mijara daxistina namzediya şaredariya Wanê ya Abdullah Zeydan, Ömer Çelik got:
“Mijar di erka dezgeya hilbijartinê ya Wanê de ye. Yanî mijara qanûnê ye. Ne sehakiye ku hukumet mudaxeleyê mijarê bike. Piştî dezga hilbijartinê ya Wanê, biryar ya YSKê ye. Pêvajoya bê şopandin diyare. Sîstema me ya hilbijartinê her çareseriyê xistiye qanûnan….
Tişta balkêş eve ku dibêjin em berteka xwe ya demokratik nîşan bidin û paşî kolan diherifin ser hev. Êrîşê polîsan dikin. Berteka demokratik mafê herkesiye lê şiddet û demokrasî ti têkiliya wan bi hev tine.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin