Dadgehê biryara berdana Ayhan Bîlgen û 3 HDPîyên din da

15 hezîran 2021 22:11
Dadgehê biryara berdana Ayhan Bîlgen û 3 HDPîyên din da

PeyamaKurd –Dadgeha Sîncan a Enqerê li ser doza Kobaniyê biryara berdana 4 endam û rêveberên berê yên HDPê da.

Danişînên doza Kobanî li 22yemîn Dadgehê cezayê Giran a Sîncana Enqerê berdewam dikin.

Ji ber doza li ser bûyerên Kobanî yên sala 2014an ku piştî 6 salan ew doz hatiye vekirin, hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav 108 endam û berpirsên HDPê têne darizandin ku ji wan 108 kesan, 28 kes ev çend sal in di girtîgehan de ne.

Di rûniştina îro 15ê Hezîranê ya dadgehê de, biryar hat dayîn, şaredarê Qersê yê girtî Ayhan Bilgen, rêveberên HDPê Berfin Ozgu Kose, Can Memiş û Cihan Erdal bi şertê qedexeya çûna derve û kontrola edlî werin berdan.

Li gorî vê biryarê çav li rê ye Ayhan Bîlgen ku ti dozên din li ser wî nînin, îro ji girtîgehê were berdan.