Chomsky: Êrîsên Tirkiyê yên bi ser Kurdan de tawaneke mezin a ser e

05 mijdar 2019 22:26
Chomsky: Êrîsên Tirkiyê yên bi ser Kurdan de tawaneke mezin a ser e

PeyamaKurd - Li dijî êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, hejmareke zêde ya rewşenbîr û akademisyenên cîhanê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin û dibêjin, êrîşên Tirkiyê ji bo ewlehiya herêmê dibin gef.

Bîrmendên navdar ê Amerîkî Noam Chomsky ku yek ji îmzekaran e êrîşa Tirkiyê wekî tawana şer nirxand û got: “Êrîşa Tirkiye li hemberî bi taybet herêmên Kurd tewaneke mezin a şer e. Berê jî Tirkiye, hemberî deverê zordariyek berfireh pêk anî. Bi vê êrîşa ku ji aliyê Trump ve rçiraya kesk hatiye vêxistin, tewanên şer pêk tên û civata navdewletî divê vê yekê qebûl neke.”

Ji dema ku 9ê Cotmehê êrîşên Tirkiyê digel çekdarên cîhadî yên tundrew bi ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kirine ve raya giştî ya cîhanê bertekên tund li dijî Tirkiyê nîşan dide û dixwaze ew êrîşkarî were rawestandin.