HSD: Di êrîsên me de 5 leskerên Tirkiyê birîndar bûn

09 sibat 2025 15:37
HSD: Di êrîsên me de 5 leskerên Tirkiyê birîndar bûn

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro 9ê Sibatê rojava Yekşemê ragihand ku 5 leşkerên artêşa Tirkiyeyê di êrîşên wan de birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bîlançoya şerê 24 saetan eşkere kir.

HSDê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê îro Şemiyê derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir. Di heman demê de herêm bi çekên giran hat topbarankirin.

Li gorî HSDê şervanên wan li eniya Pira Qereqozaqê 3 çalakî li dijî baregeha artêşa Tirkiyeyê kirin û di encamê de 5 leşkerên artêşa Tirkiyeyê birîndar bûn.

HSDê ragihandiye ku balfirên şer ên Tirkiyeyê gundên Tîna, Xeseq û Melhayê bombebaran kirine û di encamê de, zerar li mal û milkên sivîlan çêbûye.

Herwiha hatiye gotin, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, girên Sêvê û Qereqozqê yên li başûrê Kobanê bi obîsên giran, moşek û tankan topbaran kirin.