Di êrîsên Îsraîlê yên li derdora Helebê de leskerên Sûriyeyê birîndar bûne

09 mijdar 2024 13:00
Di êrîsên Îsraîlê yên li derdora Helebê de leskerên Sûriyeyê birîndar bûne

PeyamaKurd – Medyaya dewleta Sûriyeyê îro serê sibê ragihand ku hinek leşkerên sûrî di êrîşeke Îsraîlê de li derdora bajarokê El Safîra yê nêzîkî Heleb û Idlibê, birîndar bûne.

Li gorî nûçeya rojnameya Eşerq El-Ewsetê, medyayê li ser jêdereke leşkerî ragihandiye ku “Êrîşa esmanî ya ku hin deverên Heleb û gundewarên Idlibê kiriye armanc, bû sedema birîndarbûna gelek leşkeran û ziyanên madî.”

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR), di êrîşên Îsraîlê de, kargehên leşkerî û lêkolînên zanistî yên girêdayî hêzên rejîmê ên li bajarokê El Safîrayê hatine armanckirin ku mihafizên şoreşa Îranê û komên girêdayî Tehranê lê ne.

Îsraîl bi salan e êrîşî armancên girêdayî Îranê yên li Sûriyeyê dike, lê piştî ku tevgera Hemasê di 7ê cotmeha 2023yan de êrîşî Îsraîlê kir, wê jî xwe zêdetir kirin.