Artêsa Îsraîlê kustina 4 leskerên xwe ragihand

29 cotmeh 2024 21:32
Artêsa Îsraîlê kustina 4 leskerên xwe ragihand

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşên li Cebalya yên bakurê Xezeyê de yek jê efser 4 leşkerên wan hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên Filîstînê jî ji berbanga îro ve di êrîşên Îsraîlê yên bi ser devara Bêt Lahya ya bakurê Xezeyê de 115 kes hatine kuştin.

Şerê Îsraî û Hemasê ji 7ê Cotmeha 2023yan ve piştî êrîşa Hemasê ya ser Îsraîlê dest pê kiribû û li gorî amaran bi deh hezaran kes heta niha ji herdu aliyan hatine kuştin ku Xeze jî ji ber êrîşên Îsraîlê wêran bûye.