Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê: “Di êrîsên Îsraîlê de 2 leskerên Îranê hatine kustin”

26 cotmeh 2024 14:30
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê: “Di êrîsên Îsraîlê de 2 leskerên Îranê hatine kustin”
Nivîskar: İlyas batu

PeyamaKurd – Rengvedanên êrîşên tolhildanê yên Îsraîlê didomin ku doh bi şev gelek deverên leşkeri yên Îranê kiribû armanc. Heta niha jî agahiyên ziyanên madî yên Îranê bi berfirehî nehatine belavkirin.

Lê li gor nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê ku xwe spartiye artêşa Îranê, 2 serbazên Feyleqê Pasdaran di êrîşan de hatine kuştin.

Di daxuyaniya artêşa Îranê de hatiye gotin: “Ji bo parastina ewlehiya Îranê û ji bo parastina gel û berjewendiyên gel, artêşa Komara Îslamî ya Îranê şeva buhurî 2 têkoşerên xwe li hemberî mûşekên ‘rejîma cinayetkar siyonîst’ qurbanî dan.’