Cezayîr: Ew her du welat hewlên çareseriyê sabote dikin!
PeyamaKurd – Cezayîrê diyar kir ku êrîşên Amerîka û Îngilîstanê yên li ser Yemenê bûyereke xeternak e ku wê xebatên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ji bo bidawîkirina pevçûnên li welêt têk bibe.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ya Cezayîrê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên hewayî yên ku ji aliyê Amerîka û Îngilîstanê ve li ser gelek xalên Yemenê tên kirin, fikar û xemgîniyeke mezin heye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Zêdebûna metirsîdar a rageşiyê wê hewlên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo dîtina çareseriyek ji aloziya li Yemenê re têk bibe."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "Pirsgirêka ewlekariya Deryaya Sor bi paşguhkirina têkiliya zelal a ku her kes dibîne di navbera êrîşên Hûsiyan ên li ser keştiyên bazirganiyê û komkujiyên ku Îsraîl ev 3 meh in li Xezzeyê dike, nayê çareserkirin." Rêvebiriya Cezayîrê li dijî destwerdanên leşkerî ye ku dikare encamên xirab li ser aştiya cîhanê bike.
Herwiha di daxuyaniyê de bang li hemû aliyan hat kirin ku dest ji zêdekirina pirsgirêkan bi awayekî nehevseng û metirsîdar berdin û bigihin sedemên bingehîn û rastîn ên qeyranê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin