Leyla Zana li ser hewlên dawiyê yên çareseriyê peyamekî belav kir

25 cotmeh 2024 02:43
Leyla Zana li ser hewlên dawiyê yên çareseriyê peyamekî belav kir

PeyamaKurd – Parlementera Kurd Leyla Zana, li ser pêvajoya dawiyê ya ku serokê MHPê Devlet Bahçeli da destpêkrin û li ser hevdîtina bi serokê PKKê Abdullah Öcalan re, di ser hesabê xwe yê Xê de daxwyanî da û got:

"Rohniyekî ji bo kesên ji şer û pevçûnan feryadê dikin re hilat. Kesên bendewarên aştiyê bûn, ji wan re silav hat, çavê me rohnî be. Ez destekê didim pêvajoya aştiyê.

Em kesên ku ji aştiyê re têhnîne, kesên dixebitin van pêşdeçûnan di sehayekî hûqûqî û siyasî de, bikin seha demokratik lê bê ku bêjin ‘lê’ û ‘ancax’, em bi wan re ne û destekê didin wan.

Kesên ku tovên aştiyê li Rojhilata Navîn biçînin, bila bizanibin ku em ê wan tovan av bidin. Pirsgirêk bi koke, girane û dîrokiye. Em hemû, herî kêm sed sale ku ev şer dewam dike, ji bo dawî lê were, bi berpirsiyarekî kûr û ji dil re rû bi rû ne. Bi deh salan berê, tovê aştiyê ku hatiye çandin, bi bereket be û rojên pêşiya me bila rojên azad bin.”