Serok Barzanî: Me behsa bihêzkirina hewlên çareseriyê kir

10 îlon 2020 20:14
Serok Barzanî: Me behsa bihêzkirina hewlên çareseriyê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî piştî ku îro pêşwazî ls Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji ragihand, wî û Kazimî behsa bihêzkirina hewlên çareserkirina arîşeyan kirine.

Serok Barzanî, derbarê hevdîtina Kazimî ya îro de, li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha got:

“Ez kêfxweş bûm ku min pêşwazî li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir. Min û wî me behsa bihêzkirina hewlên çareserkirina arîşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kir.”