CENTCOM: Me 11 frokeyên Hûsiyan xistin
PeyamaKurd - Fermandariya Navendî (CENTCOM) ya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wan li Yemenê 11 frokeyên bêmirov ên Hûsiyan xistine.
CENTCOMê, bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku hêzên wan li deverên Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan de ne, di encama hêrişkariyên Hûsiyan de 11 frokeyên wan ên bêmirov xistine.
CENTCOMê da zanîn ku ev dron li Yemenê ji herêmên di kontrola Hûsiyan de ne rabûne û got: “Em dubare dikin ku ev froke ji bo keştiyên DYAyê û yên din ên li herêmê gefeke nêzîk in.”
Li hêla din, Hûsiyan jî ragihand ku wan li Kendava Edenê êrişî du keştiyên Îsraîlê û du keştiyên Amerîkayê kiriye.
Hûsiyan destnîşan kir ku keştiyeke Amerîkayê ya ku bûye hedefa wan keştiya şer bûye.
Li gorî daxuyaniyê ev keştî bi mûşek û dronan hatine hedefgirtin.
Hûsî ji Çiriya Paşîna 2023yan ve li Deryaya Sor û Kendava Edenê êrişî keştiyên Îsraîl û Amerîkayê dikin.
Li gorî daxuyaniyên Hûsiyan, ew van êrişan bi armanca tolhildana Xezeyê dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin