CENTCOM: 5 frokeyên Hûsiyan hatin xistin
PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku hêzên wan li Deryaya Sor, 5 frokeyên bêmirov ên Hûsiyên Yemenê yên girêdayî rejîma Îranê xistine.
Fermandariya Hêzên Navendî (CENTCOM) yên DYAyê,. di daxuyaniya xwe ya medyaya civakî ya Xê de destnîşan kir ku hêzên DYAyê, bi rêya sîstema parastina hewayî, bi dema herêmî di navbera demjimêr 06:50 û 09.50î de li başûrê Deryaya Sor 6 frokeyên bêmirov ên Hûsiyan vedîtine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî vedîtinê pevçûn destpê kiriye û di encamê de 5 frokeyên bêmirov ên Hûsiyan hatine xistin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yek ji frokeyên bêmirov ên Hûsiyan jî ji bêçarî vegeriyaye axa Yêmenê ya di kontrola Hûsiyan de.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin