CENTCOM: Du frokeyên bêmirov ên Hûsiyan hatin xistin
PeyamaKurd - Fermandarîya Navendî ya (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku êvara Yekşemê hêzên DYAyê, li deverên Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan de ne du firokên bêmirov ên Hûsiyan xistine xwarê.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hate gotin ku frokeyeke bêmirov a Hûsiyan li ser Deryaya Sor hatiye xistin û ya din jî li heman deverê, beriya ku hêriş pêk bîne hatiye têkbirin.
Fermandariyê her wiha piştrast kir ku du pergalên hewayî yên Hûsiyan ku wan ji bo keştiyên bazirganiyê xeternak dîtine jî hatine têkdan.
Ji 19ê Mijdarê ve, Hûsiyên girêdayî rejîma Îranê, li dijî keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor û Deryaya Erebî hêrişan pêk tînin.
Li dijî hêrişên Hûsiyan Washingtonê jî li Deryaya Sor ku ji sedî 12ê bazirganiya cîhanê li vir dimeşe, ji bo parastina keştiyên bazirganiyê hevpeymaniyeke navneteweyî ava kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin