Li ser Hewlêr êrîşeke nû: 3 balafirên bêmirov hatin xistin
Hewlêr, paytexta Herêma Kurdistanê, careke din bû armanca balafirên bêmirov. Herî kêm sê balafirên bêmirov ên cureyê kamîkaze ku ber bi bajêr ve dihatin, ji aliyê pergalên berevaniya esmanî yên Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ve li esmanan hatin têkbirin.
RûpelNews - Bermahiyên wan balafiran ku îro serê sibê li esmanê Hewlêrê hatibûn bêbandorkirin li derdora gundê Geznê ketin erdê. Li wê deverê, ji ber ketina bermahiyan, agir bi giyayê hişk û deviyan ket û tê ragihandin ku tîmên hawarçûnê ji bo vemirandina agir destwerdan kirine.
Li gorî raporteke Rûdawê, ji destpêka aloziyên di 28ê Sibatê de heta niha, Herêma Kurdistanê bûye armanca zêdetirî 930 êrîşên mûşekî û balafirên bêmirov. Heta niha, di van êrîşan de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûne.
Herçend di mehên dawî de Hewlêr gelek caran bûye armanca êrîşên balafirên bêmirov ên kamîkaze, lê pergalên berevaniya esmanî yên li navendên leşkerî yên Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, gelek ji van êrîşan berî bigihîjin armancên xwe, bêbandor kirine.
Di vê navberê de, rayedarên fermî yên Hewlêrê derbarê êrîşa îro de hîn ti daxuyaniyeke fermî nedane.
