Cenazê hunermend Yildiz Kenter sibê defin dikin

19 mijdar 2019 04:22
Cenazê hunermend Yildiz Kenter sibê defin dikin

PeyamaKurd- Hunermenda bi nav û deng ku bi taybetî di şanoyê de bi nav û deng bû, duhî di 91 saliya xwe de koça dawiyê kir. Wê cenazê Kenter ji navçeya Îstenbolê ji Beşiktaşê bibin goristanê. Wezîfa cenaze şaredarê Beşiktaşê Rıza Akpolat birêve dibe. Akpolat di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“ Wê cenazê Yıldız Kenter sibê siet di 10.00an de li Tiyatroya Kenter, jê re merasim bê çêkirin. Piştî limêja nîvro wê cenaze ji Mizgefta Levent Afet Yolalê bibin Goristana Aşiyanê û wê birê bikin. Bila serê me tev sax be.”