Cenazê hunermend Seîd Yûsif li Qamîslo hat definkirin

01 adar 2020 01:31
Cenazê hunermend Seîd Yûsif li Qamîslo hat definkirin

PeyamaKurd- Piştî tedawiya bi 3 meh û nîvan ku li bajarê Îstenbolê, li 2 nexweşxaneyên cuda, hunermendê navdar Seîd Yûsif hat tedawîkirin, mixabin nexweşîna pençeşêr a pişikê jê re serdest hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Seîd Yûsif duhî bi balafirê birin Şirnexê û ji wê derê birin Zaxoyê. Li Zaxoyê ji aliyê sendîqa ya hunermendan jê re merasimeka taybet hat çêkirin û duhî bi şev tevî malbata xwe li Zaxo yê weka mêvan man. Vê sibê cenaze derbasî Kurdistan Binxetê kirin û birin bajarê Qamîşloyê.

Li Qamîşloyê cenaze bi qelebalixeka mezin hat pêşwazîkirin. Tabûta wî bi ala rengîn hat pêçandin û wî li goristana Qûdûr Begê sipartin axa sar.