Cenazê Rahsan Ecevit sibê tê definkirin

18 rêbendan 2020 22:43
Cenazê Rahsan Ecevit sibê tê definkirin

PeyamaKurd- Rahşan Ecevit jin a serokwezîrê berê ku gelek caran bû serokwezîrê Tirkiyê ya Bülent Ecevit e. Bülent Ecevit serokâtiya partiya CHP ê û DSP ê kiribû. Rahşan Ecevit duhî jiyana xwe ji dest dabû. Bo wê di goristana dewletê de defin bikin, her 5 partiyên ku di meclisa Tirkiye de ne, bi hevkarî daxwaz ji serokê meclisa Tirkiyê kirin ku bo defna wê goristana dewletê îznê bidin û qanûnekî çêbikin.

Serokê meclisa Tirkiyê Mustafa Şentop ragihand ku di wesiyetnama Rahşan Ecevit de ev daxwaz heye, wê daxwaza wê bicîh bînin û di mijarê de bi temamê partiyan re axifiye. Di celseya ewilî dê wê ev mijarê bikin qanûn.

Cenazê Rahşan Ecevit wê sibê piştî limêja nîvro ya li Mizgefta Kocatepeye, wê bibin goristana dewletê.