Biden bi tûndî hate hisyarkirin: Tehran xwedî ûranyûma têra 12 bombeyên nukleerî ye
PeyamaKurd - Enstîtuya Gatestone a Siyaseta Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) angaşt ku rejîma Îranê xwedî şiyana çêkirina 12 bombeyên nukleerî yên bi ûranyûmê ye.
Enstîtuya Gatestoneê hişyarî da rêveberiya Joe Biden ku vê xeteriyê piştguh neke û got: "Divê Qesra Spî li herêma Rojhelata navîn hebûna xwe ya leşkerî sînordar neke, berovajî hêza xwe ya li herêmê xurtir bike."
Enstîtuyê hişyariyên xwe wiha domand: “Tiştê herî xeternak ew e ku valahiya bi vekişîna hêzên Amerîkî çêbibe, bêguman wê ji aliyê dijberên Amerîka û cîhana azad ve were dagirtin. Bêguman her vekişîneke leşkerî ya Amerîkayê; wek nimûne vekişîna ji Afganîstanê, weke paşve revîneke din a Amerîkayê tê dîtin."
Albright: Kêmkirina hêza leşkerî bêhişî ye
Pisporê bûjenên nukleerî yê Amerîkî David Albright hişyarî da ku Tehran xwedî potansiyeleke mezin a ûranyûmê ye ku dikare di nav 5 mehan de 12 bombeyên nukleerî çêbike û ev yek jî rûbirûbûna mezin û xeter a di navbera Amerîka û Îranê de dijwartir dike.
Albright, li herêmê kêmkirina hêza xwe ya leşkerî ya DYAyê wek "Bê hişî" pênase kir û got:
"Li dijî israra eşkere ya Îranê ya domandina şerê wekaletî yê li dijî Amerîka û hevalbendên wê, pêwîst e Amerîka biryardariya xwe ji bo rêgirtina li ber berfirehbûna hegemonyaya metirsîdar a li Rojhilata Navîn a Îranê nîşan bide; ne ku xwe radestî metirsiya tûndiya Îranê bike."
Di demeke ku Qesra Spî plana vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê red kir, çar jêderên Wezareta Berevaniyê û Wezareta Derve, ji Kovara Foreign Policy re ragihandin ku berdewamkirina karê nepêwîst êdî ne gring e û ji bo diyarkirina vekişinê li ser pirsên 'çawa?' û 'kêngê?' danûstandinên navxweyî bi awayekî çalak têne kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin