Berpirsyarê Cemaeta Gulen yê Bexda û Hewlêrê hatin girtin

06 rêbendan 2021 16:34
Berpirsyarê Cemaeta Gulen yê Bexda û Hewlêrê hatin girtin

PeyamaKurd –  Berpirsyarê Cemaeta Fetullah Gulen yê Bexdayê Salîh Fîdan û berpirsyarê Hewlêrê Samet Gure, li ser sînorê Ukrayna-Polonyayê hatin girtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya 1emîn a Enqerê, derbarê Salîh Fidan û Samet Gure de ji ber sûcê “Endamtiya Cemaeta Fetullah Gulen” biryara girtinê dabû. Her du kes li ser sînorê Ukrayna-Polonyayê hatin girtin.

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar dike, wan hewl dida dereqanûnî derbasî Ukraynayê bibin, lê piştî axaftina bi rayedarên Ukraynayê re Fidan û Gure hatin radestkirin û hêzên ewlehiyê ew birin Tirkiyeyê.

Li Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, îfada wan berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Salih Fîdan berpirsyarê Bexdayê yê Iraqê yê Cemaeta Fetullah Gulen bûye, li Zanîngeha Işikê ya Saziya Perwerdeya Fezayê wek mamoste xebitiye û piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê, bi hevjîna xwe Yeşim Fidan re ji Tirkiyeyê veqetiya ye, careke din jî nezîviriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê eşkere dike, Samet Gure jî berpirsyarê Hewlêrê yê Cemaeta Fetullah Gulen bûye û li Zanîngeha Işikê ya Saziya Perwerdeya Fezayê wek mamosteyê Fîzîkê xebitiye.