Kazimî: Piraniya kêseyên navbera Bexda û Hewlêrê hatine çareserkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 7ê Hezîranê li Bexdayê di civîneke rojnamevanî de got ku piraniya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine çareserkirin.
Mistefa Kazimî got, piraniya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine çareserkirin û hinek rê ji bo çareserkirina hemû kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hene.
Kazimî da xuyakirin ku mehane 5 milyar Dolar ji bo mûçeyên karmend û xanenişînên Iraqê tê dabînkirin, du milyar Dolar ji bo xerciyên birêvebirina hikûmetê diçe ku ev bi giştî di salekê de 84 milyar Dolar dike.
Serokwezîrê Iraqê diyar kir: “Niha yedega pereyê Banka Navendî ya Iraqê 76 milyar Dolar e, ku beriya niha 50 milyar bû, em soz didin ku heta dawiya salê, yedega pereyê Iraqê bigihîje 90 milyar Dolar.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin