Mesrûr Barzanî bi sanda bilind a Amerîka re kêseyên navbera Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir

21 berfanbar 2023 00:21
Mesrûr Barzanî bi sanda bilind a Amerîka re kêseyên navbera Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Kanûnê pêşwaz li Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Siyasî Victoria Noland û şanda pê re kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtina ku Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski jî amadehî kir de, dîtin û nerîn li ser guhertin û pêşveçûnên dawî yên rewşa Iraqê û herêmê û pêşxistina pêwendiyên dualî hatin axaftin.

Mijara sereke ya hevdîtinê, pêdivîtiya çarekirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bû ku her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn, divê Hikûmeta Federalî rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigire û nabe Bexda wekî welatiyên hejmar du serederiyê bi xelkê Herêma Kurdistanê re bike.

Serokwezîr Barzanî di civînê de, girîngiya bihêzkirina sîstema federalî û pêkanîna bingehên demokratî li Iraqê anî ziman.

Cîgira Weîzrê Derve yê Amerîkayê piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kuristanê û mafên wê yên destûrî di çarçoveya Iraqê de tekez kir. Pêşxistina çanda pêkvejiyanê û azadiya olî û parastina mafên mirovan û pêkhatên Kurdistanê jî beşeke din a civînê bû.